Rêjîma Îranê polîtîkayên sîstematîk li dijî penaberên Afganî pêk tîne
Çalakvan Elaheh Sadr diyar kir ku rejîma Îranê polîtîkayên sîstematîk li dijî penaberên Afgan bikar tîne û banga nêzîkatiyek "xeta sêyemîn" ji bo rûbirûbûna polîtîkayên kolonyalîst kir.
ŞEHLA MUHEMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Piştî bidawîbûna şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de, rayedarên Îranê di bin şert û mercên ku wek nemirovane hatine binavkirin û bi tohmetên "Sîxurî û hevkariya bi Îsraîlê re" hatine tohmetbarkirin de, kampanyayeke dersînorkirina girseyî ya penaberên Afganî dan destpêkirin. Ji destpêka meha Hezîranê heya niha nêzî 450 hezar hemwelatiyên Afganî ji Îranê hatine dersînorkirin.
Afganî li Îranê bi cudakarî û înkarkirinê re rûbirû ne
Çalakvan û siyasetmedar Elaheh Sadr derbarê penaberên Afganî û dersînorkirina wan de wiha axivî: "Pirsgirêka penaberên Afganî li Îranê ne pirsgirêkek hêsan an jî nû ye. Ew bi salan e bi zilm û cudakariyê re dijîn û wek karkerên erzan, keda wan tê xwarin. Karkerên Afganî mûçeyên kêmtirî karkerên Îranê distînin. Ew bê sîgorte ne, nikarin peymanên fermî bidest bixin, nikarin xaniyek kirê bikin an jî kartên SIM’ê bikar bînin. Her wiha mafên wan ên sendîkayê jî tunene. Ji ber karê xwe, bi penaberên Afganî û netewên din re jî eleqedar dibim. Ew her tim gilî û gazincan li ser rewşa wan a li Îranê dikin. Mafê wan ê perwerdeyê tuneye, jin û mêrên Afganî ku bi Îraniyan re zewicîne bi cudekariyan re rûbirû dimînin û nikarin zarokên xwe di qeydên fermî de tomar bikin."
Rêxistinkirina nefreta li dijî koçberan a bi rêbazên sîstematîk
Elaheh Sedr bawer dike ku rejîma Îranê siyasetên sîstematîk dimeşîne ku armanc dikin nefretê li dijî penaberên Afganî belav bikin. Elaheh Sadr wiha berdewam kir: "Dezgehên medyayê wek Sada TV, Sima TV û ajansên nûçeyan ên Fars û Tasnim, bi nîşandana wan a wek "sîxur" û "terorîst" di vê nêzîkatiyê de roleke girîng dilîzin. Ev siyaset bi awayekî sîstematîk faşîst in û ne tenê bi muameleya bi penaberan re sînordar in, di heman demê de heta tepeserkirina hêzên şoreşger ên di nav Îranê de jî dirêj dibin, ji ber ku ev siyasetên faşîst ji hêla rejîmê ve bi awayekî bi zanebûn û plankirî têne bicîhanîn. Her wiha zêdetirî 700 welatiyên Îranî jî bi hinceta "sîxurî" ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine girtin."
Pêkanîna ‘xeta sêyemîn’
Elaheh Sadr serbilindiya xwe bi gelê Belûc ê Îranê re anî ziman. Elaleh destnîşan kir ku wan di bin şert û mercên heyî de bi dabînkirina xwarin û berhemên tenduristiyê yên pakêtkirî hevgirtinek berbiçav bi Afganiyan re nîşan dane û wiha pêl da gotinên xwe: "Ev cure hevgirtin di navbera gelan de dikare bibe rêyek ji bo derketina ji rewşa siyasî ya heyî, ku ji aliyekî ve ji polîtîkayên tepeserkirinê yên rejîma Îranê û ji aliyê din ve ji polîtîkayên kolonyal ên ji derve hatine ferzkirin, derdikeve holê. Berpirsiyariya her kesî îro di xurtkirina hevgirtina gel de ye ji bo rûbirûbûna van polîtîkayan û pûçkirina bandora wan. Riya rûbirûbûna hêzên paşverû û kolonyalîst di rêxistinkirina gel a derbarê van polîtîkayan de xêz dikin de ye, bi pejirandina rêbaza "xeta sêyem" wek riyek ji bo rûbirûbûna polîtîkayên kolonyalîst."
Xalên rêxistinkirina gel ên li ser xeta sêyemîn
Elaheh derbarê xeta sêyemîn û rêbazên pêkanîna wê de jî wiha got: "Ev rêxistin divê li ser sê qadên sereke ava bibe. Xala yekem bi zindîmayîna bi rêya parastina xwe û hebûna gel ve girêdayî ye. Xala duyem bi berxwedanê tê temsîlkirin ku armanca wê parastina ewlehiyê û zêdekirina hevgirtinê di navbera gelan de ye, di heman demê de xala sêyem li ser ji nûve avakirin û derbaskirina bandorên şerên heyî disekine."
Rewşa jinên Afganî
Elaheh Sadr rewşa jinan li Afganistanê wek ”pir trajîk” bi nav kir û gotinên xwe wiha bidawî kir: "Ew ji mafên herî bingehîn bêpar in, ji ber ku destûr nayê dayîn ku li cihên giştî biaxivin û an ji malên xwe bi tenê dernekevin. Her wiha rê li ber berdewamiya perwerdehiya wan tê girtin û destûr nayê dayîn ku jinên nexweş ji aliyê bijîşkên mêr ve werin dermankirin. Di bin van şert û mercan de, Îran bi sed hezaran Afganiyan li seranserê sînorên xwe pêşwazî dike. Di demekê de ku piraniya wan ji nebûna xanî, derfetên kar û stargehê dikşînin, bi taybet jinên ku ji formên herî bingehîn ên piştgiriyê yên wek stargehan bêpar in ku li Afganistanê tunene û li Îranê pir kêm in."